05 Berfanbar 2015•Rojanekirin: 06 Berfanbar 2015
ANKARA
Ji salek zêdetir e Hêzên Çekdar ên Tirkan (TSK) di çarçoveya têkoşîna li dijî DAEŞa rêxistina terorê da li 4 herêmên bakurê Iraqê perwerdeya leşkerî dide pêşmergeyan.
Li gor agahiyên çavkaniyên leşkerî TSK di çarçoveya têkoşîna dijî DAEŞê da alîkariya pêşmergeyan dike.
Di çarçoveya perwerdeyê da li 4 herêmên bakurê Iraqê pêşmerge perwerdeya teqemeniyên bi destan hatine çêkirin, îmhekirina van teqemeniyan, dijetank, makîneyên giran, top, hewan û midaxeleya tenduristiyê ya ewil dibînin.
Heta niha ji 2 hezar û 500 zêdetir pêşmergeyî perwerdeya leşkerî dît.
Gelek rayedar, fermandar û berpirsiyarên leşkerî yên Herêma Kurdistana Iraqê ji ber perwerdeya leşkerî ya ku Tirkiye dide kêfxweşiya xwe destnîşan dikin.
- Di rizgarkirina Şingalê da feydeyeke mezin da
Alîkarê Berpirsiyarê Hereketê ya Wezareta Pêşmergeyan Tumgeneral Qereman Kemal Omer destnîşan kir ku di operasyona rizgarkirina Şingalê da perwerdeya leşkerî feydeyeke mezin da.
Omer diyar kir ku dixwazin di heyamên pêş da jî perwerdeya leşkerî were dayîn.