DUZCE
Di bin banê Zanîngeha Duzceyê (ZD) de, Beşa Wêje û Zimanê Gurcîkî û Çerkezî hat vekirin. Îsal 29 xwendekarên dê ji beşa zanîngehê mezûn bibin û mamostetiya çerkezî û gurcîkî bikin.
Li ser pêşniyara Serokomar Abdûllah Gul, ji aliyê rektorê Zanîngeha Duzceyê ve Beşa Wêje û Zamanê Gurcîkî û Çerkezî hat vekirin. Ev cara ewil e ku di bin banê zanîngehekê de Beşa Wêje û Zimanê Çerkezî tê vekirin. Di hêla Beşa Wêje û Zimanê Gurcîkî de jî ev gava duyemîn e ku hat avêtin.
Tê plankirin ku di destpêkê de dê hîndekarên ku ji Komara Adîgeyê û Zanîngehên Gurcistanê bînin xwendekaran perwerde bikin, di her du salên ewil de bi çerkezî û gurcîkî perwerde bê kirin, pişt re jî berê xwendekaran bidin vê beşê.
Dekanê Fakulteya Fen-Edebiyatê ya Zanîngeha Duzceyê Prof. Dr. Îlhan Genç, daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku dema Serokomar Abdûllah Gul zanîngeh ziyaret kir, ev pêşniyarî me kir û li ser vê me ev beş vekir.
Genç wiha dewam kir: "Li ser gotina Serokomar rektorê me dest bi xebatê kir. Di demeke kurt de me destûr girt û dest bi perwerdeyê kir. Pişt re tevî rektorê xwe em çûn Komara Adîgeyê. Bi rektorê zanîngeha li wê derê re me guftûgo kir. Sê mamosteyên me hatin li vir. Niha di Beşa Wêje û Zimanê Çerkezî de 17, di Beşa Wêje û Zimanê Gurcîkî de 12 xwendekar hene. Di pêşerojê de em ê zêdetir xwendekaran bigrin."
Genç da zanîn ku ew bi rêkûpêk perwerdê didin, perwerdeya ku didin wek kurs an jî wek semînerê nîne. Genç got ku giraniya wan li ser ziman e û niha profesorek, du doçent û alîkarê doçentekî perwerdê didin.
Genç wiha dewam kir:
"Di hêla bazirganiyê de navbera me û her du welatan zehf baş e. Hin xwendekar dibêjin 'dema ku em mezûn bibin em ê çi karî bikin?' Lê wek ku tê zanîn Tirkiye bi gelek welatên dinyayê re bazirganiyê dike. Dema ku mezûn bibin dibe ku tavhal karekî nebînin, lê ji ber ku hejmara wan gelekî kêm e demekê dê pirsgirêkeke wiha dernekeve pêşberî wan. Di nav xwendekarên me de yên bi eslê xwe ne gucî û çerkez in gelek in. Em bi vê gelekî kêfxweş bûn, lewra êdî mesele bû meseleya pisporiya ziman. Dê dest wan de dîplomeya lîsansê hebe û dê peyderpey bên nasîn. Di serdema ezmûnên OSYMê de em ê ji bo danasînê xebatan bikin. Di dawiyê de dê hejmara xwendekarên me zêdetir bibe."
-Hîndekarên mêvan
Hîndekarê Beşa Zimanasiyê yê Zanîngeha Komara Adîgeyê Prof. Dr. Mîra Khachemîzova got ku min û xwendekaran di nav mehekê de dest bi axaftinê kir û em niha bi hev du re rihet diaxivin û wiha dewam kir.
"Xwendekar di hêla dengan de dibe ku piçekî zehmet bikşînin, lê di hêla xwendin û nivisînê de dê zehmetiyê nekşînin. Bendewariyên zanîngeha ku em jê hatin jî gelek in. Tim ji me pirs dikin da ku me çi kir. Çi ji destê me bê em ê bikin. Hetanî pêdiviya wan bi me hebe em ê li vir bimînin û hetanî ji destê min bê ez ê tirkî jî fêr bibim."