Ekip
10 Adar 2017•Rojanekirin: 11 Adar 2017
DÜZCE
Serokê Giştî yê AK Partiyê û Serokwezîr Bînalî Yildirim got, "Bi qanûna bingehîn a modêlê wê 82 ye va êdî ev welata nikare rêya xwe eşkere bike. Çima nikare eşkere bike? Lewra ji bo welatekî qanûna bingehîn pisula ye, pisulaya xirabûyî ji tiştekî ra nabe. Xwedê mihefeze, bi pisulaya xirab va keştî yan noqî avê dibe yan jî di erdê da rûdine."
Yildirim li bajarê Duzceyê Meydana Anitparkê beşdarî mitînga partiya xwe bû û li ser referandûma ji bo guherîna destûrê axivî.
Yildirim behsa destûra 1982an kir û diyar kir ku ev îdî kevn e û bi kêrî wan nayê. Yildirim wiha got:
"Bi qanûna bingehîn a modêlê wê 82 ye va êdî ev welata nikare rêya xwe eşkere bike. Çima nikare eşkere bike? Lewra ji bo welatekî qanûna bingehîn pisula ye, pisulaya xirabûyî ji tiştekî ra nabe. Xwedê mihefeze, bi pisulaya xirab va keştî yan noqî avê dibe yan jî di erdê da rûdine."
Yildirim behsa astengiyên li ber wan kir û wiha pê de çû:
"Berdin bila hinek ji vê trêna demokrasiyê peya bibin. Bihêlin bila li hinek welatên Ewropayê li dijî Tirkiyê astengî bên derxistin. Ev eyba me nîne eyba wan welatan e ku tengasiyan derdixin. Ev pêkanînan qet li welatekî dost nayên, ev rûreşî ye. Qedexeyên ji zihniyeta siyasî ya Şerê Cîhanê yê 2yan mane nîşan didin ku van welatan hê demokrasî û azadî hezm nekirine."
Herwiha Yildirim destnîşan kir ku ev şer ne nû ye û eweliyata wî heye, wiha dewam kir:
"Ev şer ne nû ye, sala 1950 bi partiya rehmetiyê Celal Bayar û rehmetiyê Adnan Menderes dawî li serdema yek partîbûnê hat. Eger 5 salan carekê hilbijartin bûba wê heta niha 19 hikûmet bihatana ser kar. Lê niha hikûmeta 65emîn li ser kar e. Ev îsraf e, li Tirkiyê nayê. Ji 1950 û vir ve 48 hikûmet ava bûne. Emrê her hikûmetê salek û 3 meh in. Ingîltereyê di vê maweyê de 15 hikûmet damezrandine. Emrîkayê tenê 17 serok hilbijartine. Me 48 hikûmet çêkirine. Bi vê bimîne dîsa baş e. Derbe, muxtira, tehdîda îradeya millî û entrîka bi sedan bûne."