25 Îlon 2015•Rojanekirin: 25 Îlon 2015
ANKARA
Jetên Tirkiyê wargeh û depoya lojîstîk a PKKyê ya li herêma Sînat-Heftanînê ya li bakûrê Iraqê bi îsabet bombardûman kir.
Li gorî agahî û dîmenên ku peyamnerê AAyê ji çavkaniyên ewlekariyê wergirt, firokeyên F-16 ên Fermandariya Hêzên Asîmanî di 15ê îlonê de wargeh û depoya lojîstîk a PKKyê ya li herêma Sînat-Heftanînê ya li bakûrê Iraqê operasyon li dar xist.
Di çarçoveya agahiyên ku ji balafirên bêmirov û çavkaniyên din ên îstixbaratê hatin wergirtin, operasyon hat lidarxistin. Di operasyonê de cebilxaneya amade ya di wargehê de hat îmhakirin. Ji ber teqemenî û cebilxaneyê, teqîna di hundirê wargehê de biqasî 40 deqîqeyî domand.
Di encama operasyonê de tevî alavên leşkerî grûbeke 30 kesî a terorîst hat kuştin.