Sertaç Bulur
06 Sibat 2023•Rojanekirin: 07 Sibat 2023
Serokatiya Rêveberiya Rewşa Acîl û Afatê (AFAD) piştî erdheja bi lerza 7,4 a ku navend Pazarcika navçeya Qehremanmeraşê çêbû û li gelek deveran hat hîskirin hişyarî da û xwest ku ji bilî mecburiyetê bila ji ser têlefonên destan hevdîtin neyê kirin.
Ji ser hesabê medyaya civakî peyam hat dayîn û hat gotin ku ji bo domandina ragihandinê divê herkes ya ji dest tê bike û wiha dewam kir: "Bi peyaman xeberê ji hev bistînin û heta mecbur nebin ji ser têlefonê xebernedin."