Muhammed Gencebay Gür
06 Sibat 2023•Rojanekirin: 06 Sibat 2023
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan got: "Ev felaketa ku hat serê me, înşeallah em ê hemû bi hev ra di demeke herî kin da û bi xesareke herî kêm va derbas bikin, seba vê em dixebitin."
Serokomar Erdogan piştî erdheja bi lerza 7,4an ku li Pazarcika navçeya Qehremanmeraşê qewimî ji ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyanî da.
Serokomar Erdogan bi peyama derbasî be dest bi peyamên xwe kir û wiha domand: "Erdheja ku li Kahramanmaraşê çêbû, li gelek derên welatê me hat hîskirin. Seba hemû welatiyên me yên ku ji erdhejê tesîrdar bûn, debasî be. Hemû yekeyên me yên têkildar bi kordînasyona AFADê li ser kar in. Wezareta me ya Karên Navxweyî û Tenduristiyê, AFAD, walîtiyên me û hemû saziyên me demildest dest bi xebatên xwe kirin. Ekîbên me yên lêgerîn û xilaskirinê bi lez û bez sewqî herêmên erdhejê lê xistiye hatin kirin."