28 Berfanbar 2015•Rojanekirin: 29 Berfanbar 2015
VAN
Li Wanê çiyager ji ber sermayê li herêmên nêzîkî navenda bajêr perwerdeya çiyageriyê dibînin.
Germahiya hewayê li bajêr di bin sifirê de 10 pile ye. Ji ber vê jî çiyager li çiya û girên nêzîkî bajêr yên wek Toprak Kaleyê çiyageriyê dikin û perwerdeyê dibînin.
Çiyager Omer Demez got ku her çiqas cihên ku ew hildikişin ne pir bilind bin jî, ji ber ku hewa gelek sar e çiyager zehmetiyê dikşînin.
Demez wiha axivî: "Me ji ber sermayê ji xwe re Toprak Kale wek cihê perwerdeyê hilbijart. Ev der ji bo perwerdeya çiyageriyê cihekî gelek baş e. Lewra cihekî fireh e û zinarên mezin li vir hene."
Demez ji bilî vê got ku der barê çiyageriyê de divê herêm baş bê nasandin çi ji destê kî tê divê ew bike.