28 Berfanbar 2015•Rojanekirin: 29 Berfanbar 2015
AGRI
Li Patnosa navçeya Agiriyê, gelê herêmê li Gola Baraja Avdanê ya Patnosê ku ji serma qerisiye, cemedê dişkînin û masiyan digirin.
Li Patnosê ku bi şevan germahiya hewayê dikeve 20 pileyan li jêr sifirê, rûberê golet, gol û çeman cemed girt.
Li gunde Aşagi Goçmeza Patnosê, Gelê herêmê cemeda nêzîka 40-45 santîmetro sitûr ku li ser rûberê Goleta Avdanê ya Patnosê girtiye, bi biviran dişkînin û torê diavêjin nav goletê û masiyan digirin.