28 Berfanbar 2015•Rojanekirin: 30 Berfanbar 2015
BATMAN
1955 Batman Belediyespor di Lîga 3yem Grûba 8em a Jinan a Tirkiyeyê da dilîze û serkeftî ye. Li bajêr saya serê vê tîmê eleqeya jinan ji fitbolê ra zêde dibe.
Li bajêr ji bo ku zarok û ciwan bi sporê ra eleqedar bibin, tîmên fitbol, basketbol, hentbol, atletîzm, tenîsa li ser masê hatine çêkirin. Tîmên jin û mêran ji hev cuda ne. Serkeftîbûna van tîman balê dikşîne.
Yek ji van tîman 1955 Batman Belediyespor Tîma Fitbolê ya Jinan e. Ev tîm di Lîga 3yem Grûba 8em a Jinan a Tirkiyeyê da dilîze û hewl dide ku bibe yekemîn.
Di lîgê da 11 tîm hene. Ji van tîman 1955 Batman Belediyespor û tîmeke din têk naçin. 1955 Batman Belediyespor heta niha 7 pêşbirk lîstiye û jê 5 qezenc kiriye, 2 jî wek hev mane û ji van pêşbirkan 17 pûan hildaye. Tîma din a ku têk naçe jî tîmeke Batmanê ye û di 7 pêşbirkan da 34 gol avêtiye, 9 gol jî xwariye.
-Armanca tîma jinên batmanî pêşiya Lîga 2yem, paşê jî Lîga 1em e.
Seroka Qulûbê Semra Guneş daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku wan ji bo zar û ciwanan di hin branşên sporê da tîm çêkirin.
Guneşê got ku armanca wan gihîştina hezaran kesî ye û wiha dewam kir: "Em dizanin ku jin wê bi reng û helwesta xwe sporê hîn bibe, wê di vê qadê da bi îddia cih bigre. Ji ber vê em dixwazin ku jin xwe di sporê da jî temsîl bikin. Ji bo vê jî hedefa me ew e ku spor di nav zarok, ciwan û jinan da pêşkeve."
- "Fitbol perçeyeke jiyana me ye"
Kaptana tîmê Sevgî Tuzunê jî got ku fitbol wek spora mêran tê zanîn, ji ber vê jî di serî da jinên ku Batmanê temsîl dikin baş nedihatin dîtin.
Tuzunê destnîşan kir, di pêşbirkan da tîm her ku serkeftî bû, malbat û der û dora jinan piştgirî dane wan û wiha dewam kir: "Di kadroya me da vê gavê 20 jinên fitbolîst hene. Em ji fitbolê hez dikin. Fitbol perçeyeke jiyana me ye, ku ew nebe nabe."