İSTANBUL
Serdozgeriya Komarê ya Bakirkoyê ji bo Zekeriya Oz, Celal Kara û Mehmet Yuzgeçê dozgerên berê ku derbarê wan de bi hinceta "avakirina rêxistinê" doz hatibû vekirin daxwaza girtinê kir.
Serdozgeriya Komarê ya Bakirkoyê, dosyeya der barê Zekeriya Oz, Celal Kara û Mehmet Yuzgeçê dozgerên berê ya ku îro pêşkêşî dozgeriyê hat kirin, nirxand.
Zekeriya Oz, Celal Kara û Mehmet Yuzgeç li ser biryara Lijneya Bilind a Dadger û Dozgeran ji wezîfeyê hatibûn dûrxistin.
Omer Farûk Aydinerê Serdozgerê Komarê ya Bakirkoyê dosya nirxand û piştre ji 2yemîn Dadgeha Cezayê ya Giran re nivîs şand û daxwaz kir ev kesên ku derbarê wan de doz tê birêvebirin bên girtin.
2yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Bakirkoyê dê teleba serdozgeriyê binirxîne.