ÎZMÎR
Li Îzmirê li hember YDG/Hya ciwanên rêxistina terorê PKKyê li 2 navçeyan operasyon hat kirin û 16 kes hatin binçavkirin.
Tîmên Şaxa Tekoşîna Terorê, Tîmên Hêzên Lez bi TOMAyan ve li navçeya Menemenê û li navçeya Torbaliyê operasyon li dar xistin.
Di operasyonê de qasî 500 polêsan cih girt û li taxa Asarlikê 8, li Torbaliyê jî 8 bi giştî 16 kes hatin binçavkirin.
Şikbar birin Şaxa Tekoşîna Terorê ya Midûriyeta Ewlehiyê ya Îzmirê.
ADANA
Li navçeya Ceyhanê operasyon birin ser YDG/H ya tevgera ciwanan a PKKya rêxistina terorê û 7 kes binçav kirin.
Operasyon li navçeya Ceyhanê hat kirin, harekata taybet, ekîba têkoşîna terorê û hêzên çevîk bi hev re operasyon birin ser 8 avahiyan. Operasyon di heman demê de hat kirin, 2 jê jin, 7 kes hatin binçavkirin. Di avahiyan de jî gelek dokumanên rêxistinî hatin bidestxistin.
Gumanbar li Nexweşxaneya Dewletê ya Ceyhanê hatin kontrolkirin û ji bo jêpirsînê şandin midûriya ewlehiya navçeyê.