GAZÎANTEP
Mamoste bi pişka ku ji hêla Wezareta Perwerdeya Neteweyî ve hat kişandin, hatin tayînkirin. Mamosteyên ku tayînbûn ji bo muameleyên xwe pêk bînin, hatin Midûriya Perwerdeya Neteweyî ya Şehîtkamîlê. Rêza mamosteyan li ber deriyê tayînkirinê gelekî dirêj bû.
Di vê navberê de mamosteyên ku dora muameleyê hat wan, rastî surprîzekê hatin. Midûrê Perwerdeya Neteweyî ya Şehîtkamîlê Mehmet Yagci peqlawe îkramê mamosteyan kir. Yagci daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û got ku hezar û 400 mamoste tayînê bajêr bûn.
Yagci diyar kir ku muameleyên mamosteyan berdewam dikin û wiha axivî: "Ez hêvîdar im ku mamosteyên me yên ku nû hatin tayînkirin dê bi dînamîzma xwe piştgiriyeke mezin bidin bajêr. Ji bo ku em kêfxweşiya xwe diyar bikin, em sembola bajarê xwe peqlaweyê îkramêî hemû mamosteyên ku tayînî bajarê me bûne, dikin. Em wan bi vî awayî pêşwazî dikin û bi lezgînî muameleyên wan dikin. Armanca me ew e ku em devşêrînayiyê bidin mamosteyên xwe û wana bişînin cihê karên wan. Ez ji bo hemû mamosteyên ku nû dest bi kar kirin, serkeftinê dixwazim."
Yagci got ku dê ji sibê şûn de semînerên oryantasyonê bidin mamosteyan û diyar kir ku dê mamoste ji roja duşemê pê de dest bi kar bikin.