ESKİŞEHİR
Endamê Komîteya Perwerdehî ya Komeleya Kardiyolojî ya Avrûpayê û Endamê Konseya Serokatiya dilpetîna Qelbê ya Koleja Kardiyolojiya Amerikayê Prof. Dr. Bulent Gorenek got ku Nexweşên qelbê pêşiya rojiyê divê bi doxtorên xwe re bişewirin û piştre biryara girtina rojiyê bidin.
Serokê Şaxa Makezanist a Fakulteya Tip a Zanîngeha Osmangazî ya Eskîşehîrê Prof. Dr. Gorenek daxuyani da nuçegihanê AAyê û got ku kesên rewşa wan baş e jî divê di meha remezanê de der barê xwarinê de baldar bin. Gorenek wiha got: " Di meha remezanê de carna di fitarê de pir zêde xwarin tê xwarin û herî zêde xwerinên bikarbonhîdrat, goştê sor, şêranî tê çêkirin. Çewa ku em xêncî rojiya remezanê di xwarinan de baldarin, divê em di mehar remazanê de jî baldar bibin."