SÎÎRT
Li Perwariya navçeya Sêrtê ji bo Emîne Gurbuza ku di çem de roda çûbû bê dîtin, xebat dewam dikin.
Li Zozana Çemîkareyê ya gundê Yukaribalcilarê 6 roj berê 4 jin roda çibûn û ji wan 3 kes hatibûn dîtin. Cendirme û xebatkarên AFADê bi hev re dixebitin ku Emîne Gurbuza winda bibînin.
Midûrê Şaxa Sêrtê yê AFADê Cahît Akkoyun ji nûçegihanan re daxuyand ku jinek birîndar hat dîtin, lê cesedê herdu jinên din ji çem hatin derxistin.
Akkoyun got ku ew niha hewl didin ku Emîne Gurbuz jî bê dîtin û wiha axivî: "Rêya çem dijwar e û ji ber vê xebatkarên AFADê bizehmetî dixebitin. Me ji Şaredariya Çatakê alîkarî xwest, em ê rêya avê biguherînin ku cihên ku em nikarin bikevinê bi rehetî bixebitin."
- Bûyer
Li zozana Çemîkareyê ya gundê Yukaribalcilarê di 10ê hezîranê de Hadiye Eryilmaz (67), Emîne Gurbuz (79), Murî (67) û Azîme Toraman (50) ji bo ku pincarê berhev bikin û bixin nav penêr çibûn gerê. Dema destê hev girtibûn ku ji çêm derbas bibin di roda çûbûn. Cesedê Murî Toramanê ji avê hatibû derxistin. Azîme Toraman jî birîndar hatibû xelaskirin û di nexweşxaneyê de hatibû tedawîkirin. Piştî du rojan jî cesedê Hadiye Eryilmazê hatibû dîtin. Emîne Gurbuz hê winda ye û xebat tê kirin ku ew bê dîtin.