ŞANLIURFA
Qaymeqamê Sirûcê Abdullah Çîftçî got ku wê di nav du mehan de ji bo kurdên xwe ji Sûriyeyê sipartin Tirkiyeyê kampa ji bo 20 hezar kesî were vekirin.
Çîftçî daxuyanî da nûçegihanê AAyê û destnîşan kir ku ji ber pevçûnên li Kobanêyê nêzî 190 hezar kurdên Sûriyeyê xwe sipartin Tirkiyeyê.
Çîftçî destnîşan kir ku wê kamp li nêzî taxa 11ê Nîsanê were avakirin û wiha got: "Em ê di nav çend rojan de dest bi xebatan bikin. Zivistan tê û divê em baş mazûvaniya penaberan bikin. Kapasîteya kampê 20 hezar kes e û em dixwazin di nav du mehan de temam bikin."