Haydar Şahin
18 Mijdar 2020•Rojanekirin: 20 Mijdar 2020
Sun Pingê welatiyê Çînê ji bo pişîka Wanê 7 hezar kîlomêtre rê hat û li Qeyseriyê bû xwediyê pişîkê li ser vê gelekî kêfxweş bû.
Sunê li Beşa Dîroka Hunerê ya Zanîngeha Pekînê hîndekariyê dike û li ser medyaya civakî bernameya medyayê diweşîne di înternetê da li ser pişîkan lêkolîn dikir û haya wî bi pişîka Wanê ket. Sun li ser vê xwes ku pişîkeke Wanê ji xwe ra bistîne.
Sun di lêkoşîna xwe da hîn bû ku li Qeyseriyê di destê Mehmet Yakuterê navê "Nuh Baba" bi kar tîne da pişîka Wanê heye û li ser vê pê ra têkilî danî û ji Pekînê derkete rê.
Sun piştî rêwîtiyeke dirêj hat Qeyseriyê bû xwediyê pişîkê û gelekî kêfxweş bû.
Piştî karûbarên fermî Sun pişîk hilda û daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku gelekî kêfxweş bû.
Sun got ku pişîka Wanê xwedî qerekter e û gelekî serwext e û wiha pê da çû: "Bi min li ser pişîka Wanê tebîet, dîroka mirovahiyê û çandê gelek tişt hene. Ji ber vê li gor min nîşaneya têkiliya mirovahiyê û tebîetê pişîka Wanê ye.
- Dema ji Çînê hat Tirkiyeyê zihmetî kişand
Sun got kêmzêde 2 sal berê eqeleya wî ya pişîka Wanê dest pê kir, der barê vê heywanê da gelek lêkolîn kirin.
Sun got li ser înternetê li Amerîka û Ewropayê lêkoşîn kir û wiha pê da çû: "Cisnên li Ewropay saf û sipî nîbûn. Serê wan û dêla wan bi desen bûn. Paşê min li ser înternetê Nuh Baba dît. Ewî ji min ra qala pişîkên li Tirkiyeyê, pişîka Eqereyê û cisnên din kir. Lêbelê pişîka Wanê ya heqîqî kêm tê dîtin. dema ji Çînê hatim wezîfeya min a taybet hebû. Ji ciyekî dûr ji bo li ser qîmeteke li dinyayê kêm tê dîtin lêkolşînê bikim hatim û gihîştim mirazê xwe."
- Pişîka Wanê ew ê derkete bernameya medyayê jî
Sun diyar kir ku li Çînê bernameya medyayê diweşîne, êdî pişîka wî jî ew ê bi wî ra derkeve bernameyê.
Sun diyar kir ku li Çînê ev cisna tune û got, "Ez ê di bernameyê da qala çand û dîroka pişîka Wanê ya li Tirkiyeyê bikim."
Sun got ku rêwîtiya wî ya Tirkiyeyê kêmzêde 6-7 hezar ewro girt, ji ber ku pişîkê dibe jî bextewar e.
Mehmet Yakuter jî diyar kir ku li mala xwe pişîka Wanê ya saf xweyî dike û wiha pê da çû: "Hevalê me li Çînê hîn bûye ku em pişîka saf xweyî dikin, li ser vê hat Tirkiyeyê bû mêvanê me. Me pişîka 5 mehî da wî."