07 Rêbendan 2016•Rojanekirin: 08 Rêbendan 2016
DIYARBAKIR
Baroya Diyarbekirê ji ber roja 40emîn a mirina Tahir Elçiyê ku di encama êrîşa terorîst de hat kuştin, mewluda kurdî da xwendin.
Mewlud li hewaneke dawetê hat xwendin û Seroka Şaredariya Mezin a Diyarbekirê Gultan Kişanak û Turkan Elçiya xanima Tahir Elçî, hin partiyên siyasî û nûnerên saziyên civakî yên sivîl û parêzer beşdarî mewludê bûn.
Piştî mewludê xwarin îkramê mêvanan kirin.
Li Sûra navçeya Diyarbekirê di 28ê sermaweza 2015an de Baroya Diyarbekirê ji bo ku balê bikşîne ser Minareya Çar Ling a ku di bûyerên terorî de xisar dît civîna çapemeniyê li dar xistibû, piştî daxuyaniya êrîşa terorî hatibû kirin û polês Ahmet Çîftaslan û Cengîz Erdur cangorî bibûn. Bûyerên ku piştî êrîşê derketin de Tahir Elçî hatibû kuştin û polêsek û nûçegihanê AAyê birîndar bibûn.