Alîkarê Serokê Giştî yê Partiya Doza Azad (HUDA PAR) Huseyîn Yilmaz li ser bûyerên ku li Cizîreya navçeya Şirnexê qewimîn, 2 kes mirin û 3 kes jî birîndar bûn wiha got: "Li vê derê ji bo tesfîyekirina rêxistinên kurdên dîndar û ne laîk wezîfe dane hin kesan. Ev projeyek e ku pê tê xwestin kurdên dîndar ji herêmê bên tasfiyekirin."
Yilmaz li serokatiya partiya xwe ya bajar civîn li dar xist û diyar kir ku êrîşên li Cizîreyê nû nînin, di hefteyên borî de jî êrîşên çekdarî birine ser endam û malên endamên wan ên dîndar û wiha pê de çû: "Êrîş ji hêla kamerayan ve hatine qeydkirin û tevlî vê jî hevserokê giştî yê DBPê bi awayekî ku layîqî wî ye bûyeran çewt nîşan dide û îdia dike ku êrîş bi destê kesên ji partiya mene hatiye kirin."
Yilmaz destnîşan kir ku ew li herêmê xwedî rêxistin in û wiha dewam kir: "Ew guh didin navpêdanên çepgirên tirk û dixwazin kurdên dîndar ji vê derê tasfiye bikin. Ji ber mineta piştgiriya ku hêzên navneteweyî li Kobanêyê û herêmên din didin wan ew jî dixwazin kurdên birêxistin ên dîndar û ne laîk ji vê derê tasfiye bikin, hewl didin. Weke ku ji bo vê hatibin wezîfedar kirin. Ev projeyek e ku pê tê xwestin ji herêmê kurdên dîndar bên tasfiyekirin. Vê yekê jî ji ser HUDA PARê dikin, lewra li vê derê HUDA PAR bi rêxistin e."
Alîkarê Serokê HUDA PARê ragihand ku alîgirên rêxistinê li Cizîreyê çela dikolin, rê digirin û dixwazin ku endamên partiya HUDA PARê ji taxê derxin û wiha berdewam kir: "Ev rastiyeke vê herêmê ye û em ê li vê derê siyaseta xwe bidomînin. Zimanê siyasetê ne ev e. Cihê ku çek lê hebe siyaset tuneye. Bi çek, gefxwarin û tundiyê ve nabe. Bila berê çekên xwe ji ser sivîlan bidin alî."
Yilmaz got ku Hevserokê DTKê Hatîp Dîcle bi têlefonê lê geriyaye û ji ber bûyerên ku qewimîne xemgîniya xwe pê re parve kiriye.