BATMAN
Li gundê Kantara Gercuşa navçeya Batmanê makîneyeke kar ya şirketeke taybet hat şewitandin. Nasnameyên kesên ku makîne şewitandin hêj nediyar e.
Li gor agahiyên ku hatin bidestxistin, li gundê Kantara navçeya Gercuşê makîneyeke kar ên ku ji bo çêkirina rê dixebite, ji aliyê kesên ku nasnameyên wan nediyar ve hat şewitandin.
Makîneya ku şewitî nabe ku êdî bê bikaranîn.
Waliyê Batmanê Azmî Çelîk daxuyand ku der barê bûyerê de lêpirsin berdewam dike.