ANKARA
Bi Serokatiya Birêvebiriya Rewşa Acîl û Bobelatê ya Serokwezîrtiyê (AFAD) ve ji bo tirkmenên Iraqê yên ku ji ber êrîş û pevçûnan malên xwe terikandine 109 tir alîkarî hate şandin.
Serokatiya AFADê piştî ku li Misûlê pevçûnan dest pê kir melzemeyên alîkariyê amade kir û di nav 72 saetan de alîkarî gihîşte Iraqê.
TÎKA, Hîva Sor a Tirk, rêvebiriyên herêmî, saziyên civakî ên sivîl alîkariyên xwe bi destê AFADê ve şandin Iraqê.
Melzeme 12 hezar û 500 kon, 36 hezar û 772 kolî xwarin, 147 ton ava vexwarinê, 22 ton şîr, 35 ton savar, 20 paket maqerne, 35 ton xwarina hişk, 14 hezar betaniye, 486 hezar qutî derman û melzemeyên tenduristiyê, 20 ton melzemeyên paqijiyê, 2 hezar û 888 nivîn, 2 hezar û 100 alavên malê, 634 hezar pakêt piskîvêt, kek û çîqolete, 47 hezar cil û berg û sol, hezar û 100 kolî cil û berg, 6 hezar kolî pînê zarokan û 8 hezar pakêt melzemeyên paqijiyê û 10 heb jî sandalyeyên biteker pêk tê.
Li Şareynê kampeke ji bo 20 hezar kesî
Amadehî hatin kirin ku li Fişaburê kampeke ji bo 20 hezar kesî bê avakirin, lê ji ber ewlehiyê kamp dê li Şareyna ku 15 kîlomêtro nêzîkî Dihokê ye bê avakirin.
Hîva Sor a Tirk ji roja ewil a ku pevçûnan dest pê kir û heta niha qasî 4 milyon lîre alîkarî şande herêmê. Xebatkarên Hîva Sor a Tirk melzemeyan belav dikin.
Gel piştgiriyê dide alîkariyên Hîva Sor a Tirk. Hin sazî jî alîkariyan didin wek Telekoma Tirk 500 hezar lîre alîkarî da Hîva Sor a Tirk.
Konfedarasyona Karkeran, şirketên taybet, welatî, xêrxwaz hemû alîkariyê dişînin Hîva Sor a Tirk.