Nihat Kavşut
29 Adar 2019•Rojanekirin: 29 Adar 2019
Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu: "Ji bona pirsgirêka vîzeyê bê çareserkirin gorî îradeya ku serokên me nîşan didin em bi Sergey Lavrov ra dixebitin. Me ji derekê dest pê kir û Birêz Putîn belgeyeke ji bona pasaportên fermî û vîzeya karê şofêrên TIRan hêsan dike îmze kir."
"Her diçe pêwendiyên me yên dualî yên bi Rûsyayê ra pêşva diçin û em ji ber vê kêfxweş in. Ji aboriyê bigir heta çandê têkiliyên me ber bi başiyê va diçin. Em projeyên girîng çêdikin."
"(Bi Rûsyayê ra) Hedefa me ew e hecma ticaretê derxin 100 milyar dolarî. Sala par hecma me ya ticareta bi derva ra ji sedî 14 zêde bû û ev jî nîşan dide em ber bi başiyê va diçin."
"(Tirkiyeyê ji Rûsyayê pergala parastina hewayî S-400î kirî û ji ber vê yekê jî bi armanca rê li ber transferkirina balafirên şer ên F-35an a bê girtin pêşnûmaya qanûnê pêşkeşî Senatoya Amerîkayê hat kirin) Wek prensîp ji ber lihevkirina di navbera du welatan da li dijî derketin welatê sêyemîn û dayîna biryareke din li dijî hiqûqa navneteweyî ye. Nêrîna 'Ez wiha dixwazim, divê wiha be' jî lazim e ji çar aliyê dinyayê va bê dîtin ku tiştekî wisa tuneye. Em girêdayî vê peymanê ne û tiştekî wekî ku wê bifiroşin welatekî sêyemîn jî tuneye. Em ji bo pêwîstiya xwe dikirin."