Ahmet Sertan Usul
20 Cotmeh 2022•Rojanekirin: 21 Cotmeh 2022
Alîkarê Serokê Giştî yê AK Partiyê û Berdevkê Partiyê Omer Çelîk der heqê îdiayê wan kesên ku Artêşa Çekdar a Tirk (TSK) bi bikaranîna çekên kîmyayî sûcdar dikin da daxuyanî da û ragihand hêlên pesnê kuştinên PKKê didin, nunerên mîhraqên kirêt in, êrîşî ser TSKê dikin.
Çelîkê ji ser hesabê xwe yê medayay civakî der heqê îdiayên "TSKê çekên kîmyayî bikar aniye" da daxuyanî weşand.
Di peyama xwe da Çelîk diyar kir ku kesên TSKê bi bikaranîna çekên kîmyayî sûcdar dikin "girêdayî şebekeyeke derewkar a bêbext in" û wiha domand: "Evana dixwazin kuştinên ji alî rêxistina terorê a hatine kirin bêsûc nîşan bidin. Kesên pesnê kuştinên PKKê didin, nunerên mîhraqên kirêt in, êrîşî ser TSKê dikin. TSKya egît têkoşîna xwe ya li hemberî rêxistina terorê gorî rê û rêzikên hiqûqê didomîne. Têkoşîna ku TSK li hemberî rêxistinên terorê dide li rûyê dinyê têkoşîna herî mafdar, herî bixîret û ya herî zelal e."