ANKARA
Li ser hesabê bankeyê yê namzedê Serokomariyê û Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattîn Demirtaş ku ji bo kampanyaya hilbijartinê hatibû vekirin, hezar û 460 kesî 316 hezar û 411 lîre bexş kirin.
Li ser navê Selahattîn Demirtaş ji ber namzediya wî ya serokomariyê li bankeya Ziraetê hesab hat vekirin û hemwelatiyên Tirkiyeyê yên ku dixwazin di dema xebatên hilbijartina serokomariyê de piştgiriyê bidin Demirtaş, dikarin herî zêde bi qasî 9 hezar û 82 lîre û 51 qûriş li ser hesabê wî razînin.
Li ser hesabê namzedê Serokomariyê Demirtaş ku li Meclîsê hatibû vekirin (Nimareya Şaxê: 0903 Nimareya Hesab: 31583126-5004 IBAN TR68 0001 0009 0331 5831 2650 04) duh hetanî saet 10.00an hezar û 460 kesî 361 hezar û 411 lîre ji bo di xebatên hilbijartinê de bê bikaranîn bexş kirin û razandin ser hesabê Demirtaş.
Meblaxa bexşê dê bê parvekirin.
Bexşa ji Demirtaş re bê kirin û hejmara kesên ku bexşê kirine li ser malpera Demirtaş a bi navê http://selahattindemirtas.net/ dê bê weşandin û bi gel re dê bê parve kirin.