Alper Korkmaz
10 Sibat 2023•Rojanekirin: 11 Sibat 2023
Ji Entabê jê 30 zarok tevahî 219 erdhejzede bi balafiran anîn Stenbolê.
Li 10 bajarên ku tesîra erdhejên navenda wan Meraş e xebatên lêgerîn û xelaskirinê di roja 5emîn da dewam dikin, ji aliyekî va jî kesên ji erdhejê xelas bûne tên texliyekirin.
Ji Entabê 219 erhejzede bi balafirê sewqî Stenbolê kirin.
Rayedaran li Balafirgeha Sabîha Gokçenê erdhejzedeyan pêşwazî kirin û ew ber bi cihên ku wê lê bimînin va bi rê ketin.
Ayşe Sariyara ji Adiyemanê hatiye got kurê wî şewitiye, ji bo ew bê tedawîkirin ew diçe cem qîza xwe.
Sariyerê behsa erdhejê kir û wiha axivî: "Min di heyata xwe da gurîniyeke wiha nebihîst. Di erdheja Stenbolê da jî em li vir bûn. Ev 8 qatê wê zêde bû. Ezê herim cem qîza xwe."
Rabîa Şahînê jî got şoq û tirsa erdhejê hê li ser wan e.
Oktay Ozsevîmler jî got di erdhejê da ew di xewê da bûn û wiha axivî: "Min û zarokan me hevdu hembêz kir. Demekê em bendê man. Tiştekî ku em bikin tunebû. Piştî erdhejê em ji malê derketin. Me pisîka xwe ya 11 salî jî anî."
Xebatên texliyekirina erdhejzedeyan yên li Balafirgeha Sabîha Gokçenê bi hevkariya Walîtiya Stenbolê, Rêvenbiriya Balafirgeha Sabîha Gokçenê, Midûriya Tenduristiyê ya Bajêr, Midûriya Ewlehiyê, Cendirme, Îdareya Koçê ya Bajêr, Hîva Sor, AFAD, Rêhewaya Tirkan, Rêhewaya Pegasusê û saziyên civakî yên sivîl va tê meşandin.