İrfan Aydoğdu
10 Sibat 2023•Rojanekirin: 10 Sibat 2023
Li Nîzîpa navçeya Entabê ku di erdhejê da gelek avahî lê kavil bûn, ji binê kavilekê 107 saet şûnda jinek birîndar hat derxistin.
Li taxa Fatîh Sultanê ji bo xelaskirina kesên ku di binê kavila apartmana Furkanê da man, xebata ekîbên AFAD, UMKE, ambulans, polês û cendirmeyan dewam dike.
Piştî guhdarkirina binê kavilê ji binê enqazê jinek hat derxistin.
Birîndara ku 107 saet di binê kavilê da ma, rakirin nexweşxaneyê.
Ji binê heman kavilê di 2 saet beriyê da yek jê zarok du kes hatibûn xelaskirin.