AGRI
Li Taşliçaya navçeya Agiriyê namzedekî muxtariyê pankarteke balkêş amade kir û li ser nivîsî "Gava ku di tengasiyê de bimînî, li ser hesabê min ji namzedê xwe yê muxtariyê re têlefon bike".
Neşet Dumanê (45) namzedê muxtariya taxa Hurriyetê bi pankarta xwe ve bala welatiyan dikişîne. Dumanê bavê 3 zarokan li bufeya xwe ya ku li ser kolana Transîtê ye, kibaban difroşe û pê debara xwe dike. Duman li ser pankarta xwe wiha nivisî "Gava ku di tengasiyê de bimînî, li ser hesabê min ji namzedê xwe yê muxtariyê re têlefon bike".
Duman ji nûçegihanê AAyê got dibe ku kontorên hin hilbijêran tunebin û ji bo wê tiştekî wisa nivîsiye û wiha axivî: "Hevalekî min li ser navê min tiştekî wiha nivîsîbû û di înternetê de parvekiribû. Ev gotin xweşa welatiyan çû û hemûyan eciband, min jî li ser pankartekê nivisî û li pêşiya bufeya xwe de kir. Welatiyên ku li ber pankartê re derbas dibin bi têlefona xwe ve wêneyê wê dikişînin."