ANKARA
Serokomar Gul "Qanûna Leşkariyê û Qanûna der barê guherandina hin Qanûn û Biryanameyên di Hikmê Qanûnan de" erê kir û îro di Rojnameya Fermî de hat weşandin.
-Guherandin piştî weşandina biryarê ket rewacê
Li gor vê guherînê maweya bêhnvedan û îstirahatê ji bo kesên ku leşkeriya demdirêj dikin ji 90 rojî daxistin 30 rojî û ji bo leşkeriya demkurt jî ji 45 rojan daxistin 15 rojan. Herweha dê her meh 100 lîrayî bidin efser, binefser, cendermeyên pispor û leşkerên pispor yên teqawidbûyî û tezmînata meqam nestandine.
-Dê karibin kulubên amator ên werzişê yên leşkeriyê ava bikin
Mensûbên Hêzên Çekdar ên Tirk (HÇT) dê karibin di nav baregeh û lijneyên xwe de kulubên amator ên werzişê yên leşkeriyê ava bikin û di van kuluban de fealiyetên xwe bidomînin.
Kesên ku salek maye ku maweya rutbeya xwe temam bikin, dê li YAŞê bên nirxandin. Ji vana yên ku tên terfîkirin û ên ku ji ber ku qadro tune tên teqawîtkirin, dê wekî ku maweya rutbeya xwe temam kirine bên hesibandin.
Piştî vê guherînê dê karibin kantînên leşkeriyê bidin kirê an jî ji bo ku kesên sêyemîn karibin bidin şixulandin kirê bikin.