Cuma Sarı
02 Rêbendan 2023•Rojanekirin: 03 Rêbendan 2023
Ji hêla Şaredariya Siwêregê bo welatiyan li du ciyan îkrama şorbeya germ dest pê kir.
Midûrê Karûbarên Alîkariya Civakî Mahmut Bahçivan diyar kir, wan bi telîmata Şaredara Siwêregê Ayşe Çakmakê dest bi belavkirina şorbeyê kir.
Bahçivan wiha axivî:
"Em ji bo xwendekar, karker, esnaf û her wiha welatiyên me yên serê sibehê bêxurînî ji mal derdikevin, şorbeya germ îkram dikin. Ez spasiya xanim şaredara me dikim. Em ê di xebatên wiha xweş da berdewam bin."
Welatî Vahit Kayişkiran jî ji ber îkrama şorbeyê, spasiya peywirdarên şaredariyê kir.