Cuma Sarı
02 Rêbendan 2023•Rojanekirin: 02 Rêbendan 2023
Li Siwêrega navçeya Şanliurfayê diziya qabloya li ser dîregên têlefonê ji hêla kameraya ewlehiyê hat kişandin.
Hêzên ewlekariyê der heqê diziya qabloya têlefonê ya li Taxa Baglarê da xebat da destpêkirin.
Ekîban qeydên kamerayên ewlehiyê yên li dewrûberê temaşe kirin û her wiha tesbît kirin ku 3 berşikan ji ser dîrekan qablo dizîn.
Ekîban xebata qefaltina berşikan da destpêkirin.
Di dîmenên kameraya ewlehiyê ya kargeheke nêzîk da dixuyê ku 3 berşik qabloyan jêdikin û paşê ji wir dûr dikevin û diçin.