10 Tîrmeh 2019•Rojanekirin: 10 Tîrmeh 2019
Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan di Lijneya Giştî ya Asayî ya 14mîn a Hak-Îşê da axivî.
Serokomar Erdogan bal kişand ser Bankeya Navendî ya ku guherandina wezîfeyê lê hat kirin û got: "Di mijara 'faîzê' da ku sedema hemû xirabiyan e û di polîtîkayên pere da hevalê me yê berê guh nedida telîmatan, loma jî guherîneke wiha hewce dikir. Niha kî diparêze? Bala xwe didimê kesên faîzê dixwazin diparêzin."
Ji axaftina Serokomar Erdogan hin sernavên derketin pêş ev in:
"Bi karsazan ra heger em bigihêjin hedefa xwe ya îstixdama nû ya 2,5 milyonî bawer dikim wê bêkarî careke din kêm bibe.
Niha hin kes pêşniyaza IMFyê li me dikin. Ew derî hatiye girtin. Ji bona me êdî IMF tuneye.
Em ê him di nav xwe da reformên bingehîn bikin û him jî li hember tesîrên ji derva tên xurt bibin û bi hev ra van pêvajoyan li paş xwe bihêlin û wê çaxê em polîtîkaya xwe ya deyn adil û li ser bingeheke domdarî bimeşînin.
Ji ber kar û barên daristanê û şewatên di daristanan da derdikevin pêwistiya bi karkeran zêde ye, loma jî dema karkerên demkî 4 meh hat dirêjkirin. Bira li ser xêrê be.
Heke Bankeya Navendî di polîtîkayên aboriyê da rola ku me jê hêvî dikir bi heqî bi cih bianiya, pêdivî bi guhertineke wiha nedima.
Hûn ê di demeke kurt da bibînin ku wê polîtîkaya me ya faîzê çawa dewam bike.
Di dîroka Komara Tirkiyeyê da reformên rêvebiriyê yên herî girîng hatin kirin û em ê firsendê nedin kesên ku dixwazin derbeyê lêxin.
(Enflasyon) Divê em daxin binê dehan. Em ê di vê da jî serkeftî bin. Wekî din çareya vê, îzaha vê tuneye. Lê dibe ku hin faîzkarên li Tirkiyeyê, filankes bêvankes ji vê aciz bibin. Bira aciz bibin. Em biryardar in, em ê vî karî jî kuta bikin.
Em ê hêlên zexim yên wezaret û saziyên xwe qewî bikin û kêmasiyan di demeke kurt da çareser bikin. Di bin banê Serokomariyê da me dest bi nirxandinê kir.
Em ji bo pêşxistina Pergala Hikûmeta Serokomariyê û ji bo serastkirina kêmasiyên wê li rê û rêbazan digerin."