Mümin Altaş
18 Tîrmeh 2022•Rojanekirin: 20 Tîrmeh 2022
Serokomar Recep Tayyip Erdogan serxweşî da malbata Texmenê Piyade Omer Faruk Civelek û ya Çawişê Pispor ê Piyade Selahattin Taşkin ên ku li herêma Herekata Pençe-Kîlîtê şehîd ketin.
Li gorî agahiyê, Erdogan ji malbatên şehîdan ra peyama serxweşiyê şand ku Civelek li herêma Herekata Pençe-Kîlîtê di êrîşa mensûbên rêxistina terorê da şehîd bû û Taşkin jî li heman herêmê di pevçûnê da şehîd bû.