29 Tebax 2016•Rojanekirin: 30 Tebax 2016
ANKARA
Serokomar Erdogan: "Bêyî ku em li êrîşê rêxistinên terorê binerin emê çeteyên xiyanetê têk bibin, emê têkoşîna xwe, yekîtî û bihevrayiyê bidomînin. Pêdive serkeftina 30ê tebaxê ji yekîtiya welatê me ra ji bo rêxistinên terorê û mîhraqên şerr, bibe ders. Ew helwesta gelê me ya ku 15ê temûzê nîşan da, îfadeya saxbûna ruhê 'Teerrûza Mezin' ya li vê axê ye."
- "Operasyona Cerablûsê rengvedana vê biryardariya me ye"
Serokomar Erdogan: "Tirkiyeyê bêyî ku cudahiyê têxe nava rêxistinên terorê, biryardar e ku bi mebesta asayişa welatiyên xwe him li nava axa xwe û him li welatên cîran yên ku rêxistinên terorê têda hêlîn çêkirine, gavan biavêje. Bi hemahengiya Hevpeymaniya Navneteweyî operasyona Cerablûsa ya ku 24ê tebaxê dest pê kir, rengvedana vê biryardariya me ye. Operasyonên me heta rêxistinên terorê yên weke DAÎŞ, PKK û şaxa wê ya Sûriyeyê YPG ji welatiyên me ra hereşe bin, wê bidomin."