Ahmet Aydın
29 Tebax 2016•Rojanekirin: 30 Tebax 2016
GAZÎANTEP
PYD/PKKya ku li Sûriyeyê bi piştevaniya leşkerî ya DYAyê mezin dibe, di bin navê "meclisa leşkerî" da êrîşê artêşa Tirkiyeyê dike, çekdarên xwe yên li Minbicê jî bi navê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) kamûfle dike.
Wezareta Berevaniya DYAyê îdia kiribû ku ji PYDya şaxa PKKê ya Sûriyeyê ra gotiye divê vekişe rojhilatê çemê Feratê û PYDê jî vê xwestekê bi cîh tîne.
Li gorî agahiyên ewlekariyê çekdarên rêxistinê hêjî li rojavayê çem in û îdiaya ku beşeke mezina wan derbasî rojhilatê çem bûye jî derew e.
Çavkaniyê herwiha got rêveberên kadroya çiyê yên PKKê ferman daye PYDê ku ji cihê xwe nelebitin.
- Li Minbicê rawestayî ne
PYD/PKYiyên li rojavayê çem, li Minbicê bi cîh bûne û ji dêvla ûnîform û armayên xwe yên HSDê bikar dibin û bi hêsanî xwe kamûfle dikin. Ji ber vê yekê rêveberiya DYAYê dibêje PYD li rojavayê çem nemaye.
- Bi navê HSDê alîkariya rêxistinê dikin
PYDê 12ê cotmeha 2015an li Sûriyeyê ew komên nêzîkî xwe bi navê HSDê di bin banekî da civandin.
Ceyşul Suwar, Burkana Feratê, Sanadîd, Lîwayên Cizîrê û Konseya Leşkerî ya Suryanî ku Hevpeymana Erebî ya Sûriyeyê pêk tînin ketin bin banê HSDê da. Lê belê serkirdetiya HSDê bi temamî û endamên wê jî bi piranî beşdarî PYDê bûn.
DYAyê piştî avabûna HSDê alîkariyên xwe yên PYD/PKKê zêde kirin û rêxistinê berê xwe da rojavayê Feratê. Rêxistin piştî 27ê berfanbara 2015an derbasî herêma rojavayê çem ya di kontrola DAEŞê da bû.
Endamên PYD/PKKê digel hinek şervanên ereb bi piştevaniya asmanî ya DYAyê 12ê tebaxa 2016ê Minbic ji DAEŞê sitend.
PYD/PKKê 27ê tebaxê di bin maskeya "Meclisa Leşkerî ya Cerablûsê" da êrîşî tankên TSKê yên ku di çarçoveya operasyona Mertala Feratê da li wir in, kir û leşkerek şehît kiribû.