Ahmet Aydın
07 Nîsan 2019•Rojanekirin: 08 Nîsan 2019
Berdevkê AK Partiyê Omer Çelik got, "Bi awayekî eşkere ji CHPê re û ji namzêdên wê re dibêjim, jidêvla ku hûn bi mekîneya hesabê digerin, bi Destûrê bigerin." dedi.
Çelik li navenda giştî ya partiyê di civîneke çapemeniyê de derbarê rojevê nirxandin kirin.
Berdevk Çelik behsa îtîraza li encamên hilbijartinê yên li Stenbolê kir û wiha got, "Serê kêlîkê dibêjin 'me qezenc kir'. Madem hûn hewqasî piştrast in, ji bo çi hûn ji jimartina dengan ditirsin? Ev 15 hilbijartin in, welatiyên me, em kirin partiya yekemîn, ev rekorek e."
Çelik wiha pê de çû:
"Di rewşeke wiha de ku bi eşkere yekembûna Îtîfaqa Cumhûr û partiya me tê tescîlkirin, pêdivê rêveberên CHPê li xwe binerin û bi hişyariya ku sitendin re bilebikin. Hûn bi daxuyaniya li dijî hebûna LBHê di esasê de hûn bi hiqûqa ku we û partiyên siyasî tîne wicûdê re pev diçin. Herwiha hûn bi îradeya wî gelê ku meşrûiyetê dide wê hiqûqê re jî pev diçin. Bi awayekî eşkere ji CHPê re û ji namzêdên wê re dibêjim, jidêvla ku hûn bi mekîneya hesabê digerin, bi Destûrê bigerin. "
Çelik derbarê pêvajoya îtirazê de wiha axivî:
"Meseleya rêzgirtinê ji vê pêvajoyê re, ew pêvajo ye ka kî, çiqasî ji demokrasiyê re rêzê digire."