Li Nisêybîna navçeya Mêrdînê kamyonek ji qontrola ajokar derket û ket qada bi mayîn. Ajokarê kamyonê birîndar bû û pisporên teqemeniyê jî kamyon ji cihê bi mayîn derxistin.
15 Nîsan 2014
MARDÎN
Li gor agahiyên ku hatin bidestxistin di kîlometroya 5emîn a rêbeja Kiziltepe û Nisêybînê de kamyonek ji qontrola ajokar derket û ket qada bi mayîn a li sînora Tirkiye û Sûriyeyê. Di qezayê de tu mayîn neteqiyan û ajokar Emîn Fîlîz birîndar bû. Fîlîz rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Nûsaybînê.
Pisporên teqemeniyê yên jendirmeyan hatin herêmê û bi dedektorê herêma bi mayîn qontrol kirin. Pisporan pişt re kamyonê bi awayekî ewledar ji qada bi mayîn derxistin.