Mehmet Fatih Aslan
08 Tîrmeh 2021•Rojanekirin: 12 Tîrmeh 2021
Li Bîrecîka navçeya Şanliurfayê li îstasyona parastina keçelhenekan hin keçelhenek berdan çolê da ku koç bikin.
Keçelhenekên ku li herêmê wekî "sembola bereketê" tên zanîn û populasyona wan li Fas û Tirkiyeyê û hinek jî li Sûriyeyê heye, ji sala 1977an vir va li Îstasyona Lihevzêdebûnê ya Keçelhenekan a Midûriyeta Parastina Xwezayê û Parqên Neteweyî ya Herêma 3yem a girêdayî Wezareta Çandinî û Daristanê ya li rexê Çemê Feratê ya li Bîrecîka navçeya Şanliurfayê, di bin parastinê da ne.
Li îstasyonê îsal hejmara keçelhenekan derket 325an û li ser vê yekê 15 cûcik berdan çolê da ku rêya koçê ji bîr nekin û her wiha da ku rêya koçê were şopandin.
Midûrê Parastina Xwezayê û Parqên Neteweyî ya Herêma 3yem Haci Ahmet Çiçek ji peyamnêrê AAyê ra diyar kir ku cara ewil sala 1977an 2 jê qert, 9 jê cûcik keçelhenek hildan bin parastinê.
Çiçek diyar kir ku par 68 cûcik çêbûn, îsal ev hejmar derket 72yan û wiha dewam kir, "Li gorî çavdêriyên me yên ewil 106 cûcik hatin dinyayê, lê 72 cûcikên ku hişk nebûn, tevlî populasyona keçelhenekan bûn. Hejmara keçelhenekên me hersal zêde dibe û niha jî gihîştiye 325an. Li vir em dibînin, keçelhenekên ku xetere li ser nesla wan hebû, êdî ketine nav kategoriya yên ku nesla wan dewam dike."
Çiçek diyar kir ji ber ku ji sala 2013an vir va rêya koçê ya keçelhenekan nehatiye şopandin, îsal 15 keçelhenek hatin berdan da ku koç bikin û bi vê yekê va jî rêya koçê were şopandin.
Çiçek got, ew texmîn dikin ku keçelhenek dê Çemê Feratê bişopînin, ji ser Sûriye, Iraq û Erebistana Siûdî ra derbasî Etiyopyayê ciyekî ku ji lat û zinaran pêk tê bibin.