DIYARBAKIR
Li Diyarbekirê ji bo pêşxistina ziman û edebiyata kurdî û ji bo ku li ser berhemên heyî lêkolînên zanistî werin kirin kovar û malpereke 4 zimanî tê avakirin.
Proje ji aliyê Zanîngeha Dicleyê ve tê meşandin. Gotarên ku ji çar aliyê dinyayê werin dê di çavdêriya lijneyeke akademîk de ji bo weşanê werin amadekirin û di kovar û malpera bi navê "International Journal of Kurdish Studies" de bên weşandin. Armanc ew e ku proje bi kurdî, tirkî, îngilizî û rûsî îsal pêk were.
Serokê Makezanistê ya Ziman û Edebiyata Kurdî ya Zanîngeha Dicleyê Alk. Doç. Dr. Hasan Karacan der barê "International Journal of Kurdish Studies"ê de daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku gotar dê bi 4 zimanî di kovarê de cih bigirin.
Karacan destnîşan kir ku li Amerîka, Ewropa û Rûsyayê xebatên wiha bi pirzimanî tên kirin û got ku kovar dê 4 zimanî be û dê hemû gotaran bi kurdî biweşînin.
- "Armanca me ew e ku ji hêla zanistî ve xizmeta dîrok û ziman û edebiyata kurdî bikin"
Karacan diyar kir ku ji bo lijneya akademîk dest bi xebatan kirine û dê gotarên akademisyanan him nivîskî û him jî onlîne bigihînin xwendevanan û wiha axivî: "Ev kêmasiyek bû, ji bo vê jî me dest bi xebateke wiha kir. Ev weşan dê him li ser malpera 'www.ijoks.com'ê û him jî wek kovar bigihêje ber destê xwendevanan. Armanca me ew e ku ji hêla zanistî ve xizmeta dîrok, ziman û edebiyata kurdî bikin."
- "Her xebatên akademîk ên ku tê de kurd û kurdî derbas dibin dê di kovarê de werin weşandin"
Karacan destnîşan kir ku dê di kovarê de gotarên zanista zimên, dîrok, civaknasî û derûnînasiyê cih bigirin û wiha got: "Her xebatên akademîk ên ku tê de kurd û kurdî derbas dibin dê di kovarê de werin weşandin. Rûsya di vî warî de ji me pêşketîtir e. Kitêbên rêzimaniyê yên ku Beşa Kurdolojiyê ya Zanîngeha St. Petersbûrgê di sala 1956an de amade kiriye gelekî kevn e. Vê gavê em di dersên bijarte de ji van kitêban îstifade dikin."
Karacan diyar kir ku dê ji welêt û derveyî welêt gelek akademisyen di vê xebatê de cih bigirin û wiha peyivî: "Gotarên ku hatin dê ji kontrola mamosteyên ji welêt û derveyî welêt re derbas bibin. Gotar bi kîjan zimanî were dê wisa were weşandin. Em dixwazin kovar û malper pirzimanî be. Em ê gotarên bi ingilizî û rûsî wergerînin kurdî û tirkî."
Karacan bi bîr xist ku li Tirkiyeyê di 7 zanîngehan de beşên kurdî vebûn, li Zanîngehên Mûş Alparslan û û Mêrdîn Artukluyê beşên kurmancî, li Zanîngehên Bîngol û Tûnceliyê beşên zazakî û li Zanîngeha Dicleyê jî sala par lîsansa bilind a bêtez hat avakirin û got ku vê agahyê kelecan û kêfxweşiyeke mezin da akademisyanan û ev jî me kêfxweş dike.
"Kurdî di her warê jiyanê de cihê xwe girt"
Karacan destnîşan kir ku gavên demokratîkbûnê akademisyanan azad kirine û wiha got: "Der barê kurdî de di pişt deriyan de dihat axaftin. Îro jî ev tişt wek nivîskî tên weşandin û di vir de xêra hewldanên ji bo demokratîkbûnê heye. Berê kesî nikaribû bi zimanê xwe yê zikmakî biaxive. Lê îro di her warî de kurdî tê bikaranîn. Berê sitranên kurdî dizîka dihatin guhdarkirin, îro jî di televizyonan de tê nîşandan. Kurdî di her warê jiyanê de cihê xwe girt. Êdî kurdî nayê înkarkirin."
Karacan bal kişand kir ku kurdî zimanekî wisa ye ku kesî dest nedayê û wiha got: "Di tezên doktorayê de nû nû li ser berhemên Ehmedê Xanî û Melayê Cizîrî xebat tên kirin. Kitabeyên kurdî yên kevin hene. Divê ev derkevin holê. Di vî warî de pisporên gihîştî jî kêm in. Divê bi lez û bez di vî warî de akademiyen û pispor derkevin û van berheman ji bo civakê derxin holê."
Karacan di berdewamiyê de got ku armanca me ew e ku hejmara ewil di meha çileya paşîn a îsal de derkeve.