WASHINGTON
Anadolu Agency (AA) di çarçoveya armancên xwe yên sala 100emîn de xebatên xwe yên li derveyî welêt didomîne û îro ofîsa xwe ya Washingtonê vedike.
Dîrektoriya Herêma Amerîkayê ya AAyê dê îro bi beşdarbûna Alîkarê Serokwezîr Alî Babacan ve ofîsa xwe ya Washingtonê veke. Siyasetmedarên Amerîkayê, saziyên fikrî û ji civaka Tirk û Amerîkayê gelek mêvan dê beşdarî merasima vekirinê bibin.
Washington hem ji bo siyaseta DYA û hem jî ji bo siyaseta dinyayê zehf girîng e û gelek serok û wezîrên welatan, burokrat û şexsên muhîm her tim tên vî bajarî. Ofîsa AAyê nêzîkî Qesra Spî ye û bi meşê ve jî mirov dikare biçe avahiya Kongreyê.
Li avahiya Navenda Çapemeniya Neteweyî ya li Washingtonê xêncî AAyê çapemeniya biyanî wek EPA, Getty Images, Ajansa Nûçeyan a Almanan DPA, Kyodo, EFE, El Arabiya, Notimex jî hene. Dîsa di vî avahiyî de Navenda Çapemeniya Biyanî ya Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê û Klûba Çapemeniya Neteweyî jî cih digre.
Di ofîsa ji ku bikaribe servîsa wêne, dîmen û nûçeyan baş bike bi teknolojiya herî dawîn ve hat amadekirin û ekîb dê nûçeyên Qesra Spî, Wezareta Karên Derve û Pentagonê bi zimanên tirkî, ingilizî û erebî biweşînin.
Dîrektoriya Herêma Amerîkayê ya AAyê piştî ofîsa New Yorkê li ofîsa 2yemîn a li Washingtonê bi teknolojiya herî nû ve nûçe, vîdeo û wêneyan dê bi zimanê ingilizî û tirkî amade bike û bi vî awayî dê nûçeyan bi hêsanî bigihîne aboneyên herêmê.
Ofîsa New Yorkê ya Dîrektoriya Herêma Amerîkayê ya AAyê ya ku li herêma Manhattana New Yorkê cî digre di 24ê mijdarê de bi beşdariya Bulent Arinç ve hatibû vekirin.