VAN
Kuliyan taxa Guneyyamaça girêdayî Miksa navçeya Wanê dagir kir û zirar dan eraziyên çandiniyê. Ji bo zirara ku kulî didin bidin seknandin, bi tîmeke ku ji 40 kesî pêk tê xebat dan destpêkirin.
Welatiyên ku li taxa Guneyyamaça 20 kîlometro dûrî navçeyê dijîn, ji ber dagirkirina kuliyan rojên dijwar dijîn. Kuliyan nişkave tax dagir kirin, zirar dan eraziyên çandî, pelên meywe û sebzeyan û kulî ji derî û paceyan dikevin hûndir. Hem welatî hem jî tîmên Midûriya Navçeyê ya Ajalvanî, Çandinî û Xurekê di teyaqûzê de ne.
Midûrê Navçeyê yê Ajalvanî, Çandinî û Xurekê Erkan Hakan da zanîn ku ev 21 roj in xebatên xwe berdewam dikin û got ku "Bi têkoşîna ku me li herêmê da destpêkirin, me ji sedî 40ê pirsgirêkê çareser kir. Em dê rê nedin ku kulî bêtir biçin û belav bibibn."
Hakan got ku bi qasî mehek beriya niha ji rojhilatê navçeyê komek kulî hatin û wiha axivî: "Em niha li taxa dawîn a ku kuliyan ew dagir kirine de ne. Em di baxçeyên nêzî navenda taxê ne. Mixabin kulî heta vir jî hatine. Me mehek beriya niha xebatên dermankirinê kirbûn lê belê ji ber şiliyê bandora dermankirinê çênebû û kulî belav bûn. Em dê xebatên xwe berdewam bikin. Înşallah em dê nehêlin ku kulî belavî cihek din bin. Li ser daxwaza me wezîrtiyê bi qasî ku têrî hezar dekarê bike, derman şand."
-"Nûçeyên kuliyên zehf mezin rast nînin"
Hakan got ku nûçeyên wekî "kuliyên hefrît navçe dagir kirin" rast nînin, bejna kuliyan nêzî 2 santîmetroyan e.
Hakan destnîşan kir ku heta pirsgirêk bê çareserkirin dê xenatên xwe berdewam bikin.
Gundiyan jî got ku em bi çov û gezikan hewl didin ku kuliyan paqiij bikin he rçiqas rayedar her dem derman biavêje jî pirsgirêk nayê çareserkirin em nikarin di malên xwe de bi rehetî razên.