Li Şirnexê komekê endamên Kurdî-Derê, îmzeyên ji bo perwerdeya bi zimanê zikmakî hatin komkirin radestî Midûrê Perwerdeya Neteweyî yê Bajêr Yuksel Arslan kir.
Girseyeke ku ji endamên komelayê pêk dihat li ber şaredariyê civiya û heta ber Midûriyeta Perwerdeya Neteweyî ya Bajêr meşiya.
Serokê Şaxa Kurdî-Dera Şirnaxê Abdullah Denîz daxuyand 15 hezar şanenavên ku li standa Qada Cûmhûriyetê civandin dê radestî Midûrê Bajêr Arslan bikin.
Denîz daxuyand ji ber ku perwerde bi zimanê zikmakî nayê kirin, li Şirnak û Hakkariyê rêjeya biserketinê pir kêm e û wiha pêde çû: "Me li Qada Cûmhûriyetê nêzîkî 15 hezar îmze kom kir. Me îmzeyên ku, ji dê û bavên dixwazin zarokên xwe bi zimanê zikmakî perwede bikin civand, ji we re anî. Bi saya we em dixwazin van îmzeyan bigihînin Wezareta Perwerdeyê. Dema ku em bi giştî pergala perwerdeyê binirxînin, ezmûn wek pirsgirêkeke dijwar derdikevin pêşberî me. Dema em bala xwe didin encama ezmûnan Hakkarî û Şirnex her tim di rêzên dawîn de cih digrin. Em dixwazin vê pirsgirêkê ragihînin we jî. Ji ber ku li van herêman perwerde bi zimanê zikmakî nayê kirin, rêjeya biserketinê jî zêde nîne."
Arslan jî ragihand ku dê îmzeyan radestî Wezareta Perwerdeya Neteweyî bike û di vê mijarê de çi bikeve ser milan bîne cih.