ÎSTANBUL
Di qezaya li Kartalê qewimî de 4 kes mirin.
Li gorî agahiyên ewil li bulvara Turgut Ozal wesaîta bi pilaqeya 34 VDL 61 ya Soner Tûran (22) û wesaîta bi pilaqeya 34 HL 4947 ya Îlyas Kocaoglû (54) li hev qelibîn. Di qezayê de di heman wesaîtî de Yîgît Kirbaş, Îlyas Kocaoglû û jineke ku nasname ya wê ne diyar li cihê bûyêrê mirin. Ajotvanê wesaîta dinê Soner Tûran jî li nexweşxaneyê digel hemû midexeleyen mir.
Rayedaran li ser wê îhtimalê disekinin ku ji wesaîtan yek di rêya şaş de dihat.