Haydar Şahin
04 Tîrmeh 2020•Rojanekirin: 07 Tîrmeh 2020
Tê texmînkirin ku li Erzirom, Îdir, Qers, Agirî, Erzincan û Erdexanê hewayê ewravî be û şiliyê bibare.
Di daxuyaniya Midûriyeta Herêma 12an a Meteorolojiyê da hat diyarkirin ku li herêmê hewayê ewravî be.
Tê texmînkirin ku ji nîvro şûnda li Erzirom, Îdir, Qers, Agirî, Erzincan û Erdexanê bi navber şiliyê bibare.
Li herêmê germahiya hewayê ew ê wekî ya demsalê be bayê ji aliyê rojhilatê ra rabe û dibe ku carcaran guj bibe.
Bi şev germahiya hewayê li Erdexanê 8, li Qersê 9, li Agiriyê 11, li Erziromê 12, li Îdirê 19 û li Erzincanê 21 pile hat pîvandin.
Tê texmînkirin ku bi roj germahiya hewayê li Îdirê 35, li Erzincanê 34, li Agiriyê 30, li Qersê 26, li Erzirom û Erdexanê 25 pile be.