Abdullah Tel
14 Berfanbar 2019•Rojanekirin: 15 Berfanbar 2019
Tê payîn ku li 6 bajarên Herêma Rojhilatê Anadoluyê berf û şilope bibare.
Midûriyeta Herêma 12mîn a Meteorlojiyê daxuyanî da û ragihand ku li herêmê wê ewrayî hebe û ji nîvrojê bi şûn va wê li Erzirom û Erzinganê şilope û li Qersî Agirî, Îdir û Erdexanê jî wê berf bibare.
Li herêmê germahiya hewayê li gor demsalê bi qasî 2 û 4 pileyan zêde ye û tê payîn ku ba ji alî başûr û başûrê rojhilatê va bê.
Germahiya hewayê ya herî kêm a şevê di bin sifirê da li Erdexanê 7, li Qersê 5, li Agiriyê 1, li Erziromê 2, li Erzinganê 1 û li Îdirê jî 2 pile hat qeydkirin.
Di nav rojê da jî tê payîn ku germahiya herî zêde li Îdirê 7, li Erzinganê 6, li Erzirom, Qers û Agiriyê 3 û li Erdexanê jî 2 pile be.
Ji welatiyan hat xwestin ku bila ji ber qeşa, mij û pûkê baldar bin û tewdîrên hewce dikin, hildin.
Bi berfa dawîn a barî li navendên xweşeqitandinê stûriya berfê li Palandokenê 51 santîm û li Erganê jî 10 santîm hat pîvandin.