ADANA
Li gor agahiyên ku nûçegihanê AAyê ji rayedaran girt, li serê rêya rêbeja Ceyhan û Adanayê di dema kontrolên rûtîn de otobêsek hat rawestandin. Tîman wesayît kontrol kir û di kontolan de di nav betaniyê de pêçayî û di nav telîsan de hin cebilxane hat bidestxistin.
Hat ragihandin ku di wesayîtê de rêwî tunebûn, ajokar û kesê li ba wî hat binçavkirin.
Rayedaran bal kişand ku otobês nediçû "herêma sînor" û wan diyar kir ku ji Şanliûrfayê ber bi Adanayê ve diçû.
Rayedaran destnîşan kir ku der barê mijarê de lêkolînên berfirehkirî berdewam dikin û dan zanîn li ser wê disekinin ku dibe guleyên hatin bidestxistin 'ji endamên terorê yên derveyî welêt re bihatana şandin.'