Önder Beyter
08 Cotmeh 2019•Rojanekirin: 09 Cotmeh 2019
Li Edeneyê wesayîta bimotor ku ji otomobîl û keleskeya hespan pêk tê, li kontrola polêsên trafîqê asê bû.
Ekîbên Midûriyeta Şaxa Raçavkirina Trafîqê ya Midûriyeta Ewlekariya Parêzgehê, ji bo motosîkletên ku hejmara bikarhêneran zêde bûye û di trafîqê da dikevin gruba rîskê, li navenda bajêr sepana kontrolê pêk anî.
Di sepana li Xaçerêya Kembera Başûr a navçeya navendê Seyhanê da polês rastî wesayîteke bimotor hat ku pêşiya wê otomobîl e û paşiya wê jî keleskeya hespan e.
Wesayîta ku ji bo trafîqê xeternak e, ji aliyê ekîban hat rawestandin.
Ji ber sûcê "bêyî bawernameya ajokariyê emilandina wesayîtê" 2 hezar û 18 lire cezayê pere yê îdarî li ajokar Oguzhan I. hat birîn.
Wesayîta ku tescila wê tune, li barkêşê bar kirin û birin otoparqê. Herwiha wesayît ji bo trafîqê jî hat qedexekirin.