Abdullah Söylemez
28 Îlon 2022•Rojanekirin: 29 Îlon 2022
Li Herêma Rojhilatê Anadoluyê li bajarê Agiriyê ku ji hêla erdê berhemdar û çavkaniyên avê va dewlemend e, ber û berhemdariya guleberojên ku li ser bi hezaran dekar erdî hatine ajotin û niha jî dirûna wan dest pê kiriye, hilberîneran kêfxweş dikin.
Li bajarê ku van salên dawîn bi piştgiriya dewletê cure û celebên nebatên tên reşandin zêde dibe, guleberojên ku biharê ji bo rûn û çerez hatibûn danîn gihîştin.
Guleberojên ku bejna wan bi qasî 2 metreyan in û pale bi dasan didirûn, piştî ku bi destê karkeran di makîneyan ra tên derbaskirin, dendikên ji bo çerez li ser brandayê tên raxistin ku ziha bibin.

Dendikên ku 2 rojan li ber tavê ziha dibin, tijî çewalan dikin û bi tiran dişînin tesîsên bêjîngkirinê yên fabrîqeyên li Elbistana navçeya Meraşê.
Waliyê Agiriyê Osman Varol, Midûrê Çandinî û Daristanê yê Parêzgehê Kenan Engin, Fermandarê Cendirmeyê Parêzgehê Tûxgeneral Husamettin Erol û Midûrê Ewlekariya Parêzgehê Nihat Ozen çûn dîtina zeviyeke guleberojan ku tê dirûn.
Varol digel karkeran sohbet kir û ji peyamnêrê AAyê ra diyar kir, li bajêr hilberîna guleberojan sal bi sal zêdetir dibe.

Varol bal kişand ku Agirî ji hêla axê va ji bo hilberîna guleberojan pir guncav e û wiha dewam kir:
"Cotkarên me jî hêdî hêdî hîn dibin. Niha qeredera 44 hezar dekar zeviyên guleberojan hene. Ji vê 23 hezar dekar zevî guleberojên ji bo rûn in, 21 hezar dekar zevî jî guleberojên ji bo çerezan in. Berhemê me pir bi qalîte ye. Em jî wekî dewlet hewl didin ku di vî warî da piştgiriyê bidin cotkarên xwe."
Varol bal kişand, guleberoj di serî da bi piştgiriya dewletê va cure û celebên nebatên tên reşandin zêde dibin.
Cotkar Mustafa Tanriverdî yê ji Elbistana Meraşê jî diyar kir, 14 sal e ew li parêzgehên cuda yên Herêma Rojhilatê Anadoluyê hilberîna guleberojan dike û ew ji ber û berhemdariya li Agiriyê jî memnûn e.
Dirûna guleberojan û dendikên ji bo ku bibin çerez li ser brandayan hatin raxistin ji hêla ekîba Ajansa Anadoluyê bi droneê hatin kişandin.