04 Gulan 2016•Rojanekirin: 05 Gulan 2016
AGRI
Ji 5 kesên ku di operasyona dijî Rêxistina Terorê ya Fetullahî/Rêxistina Dewleta Paralel (FETO/PDY) ya ku li 5 bajaran pêk hat û navenda wê jî Agirî ye da hatibûn binçavkirin jê 2 kes hatin girtin.
Li gorî agahiyê, di çarçoveya lêpirsîna FETO/PDYê ya ku bi destê Serdozgeriya Komarê ya Agiriyê dimeşe da hat tespîtkirin ku li Agirî, Stenbol, Îzmir, Afyon û Orduyê di projeyên Bernameya Piştgiriya Civakî (SODES) da gendelî kirin û herwisa ji ber sûcê "endamtiya rêxistina terorê ya çekdar, di belgeya taybet da sextekarî û xapandina serkeftî" 5 kes hatin binçavkirin û der heqê wan da lêpirsîn hat vekirin. Miemeleya 5 kesên binçavkirî ya li emniyetê xilas bû.
Berşikên ku sewqî dadgehê kirin jê N.A û H.K. ji ber sûcê "endamtiya rêxistina terorê ya çekdar, di belgeya taybet da sextekarî û xapandina serkeftî" va hatin girtin û hersê bersûcên din jî bi şertê kontrola edlî hatin berdan.