Abdullah Söylemez
18 Îlon 2023•Rojanekirin: 19 Îlon 2023
Li Bazîda navçeya Agiriyê Şaxa Hîva Sor a Tirkan ya ku tê da xwaringeheke ji bo 5 hezar kesan xwarin dikare lê bê çêkirin ya ku xêrxazan jî piştgirî da hat vekirin.
Alîkarê Serokê Giştî yê Hîva Sor a Tirkan Yusuf Ramazan Saygili beşdarî merasima vekirinê ya şaxê bû û got ji avabûnê heta niha Hîva Sor a Tirkan alîkariyê dide mezlûman.
Saygili behsa xebatên Hîva Sor a Tirkan kir û wiha axivî: "Dema ku em hatin dinê tu yekî me jî dayika xwe hilnebijart, lê Xwedayê ku me afirand mirovbûnê, başbûnê û tevgera li ser îstiqametekê di hişê me da bi cî kir. Heke em qenciyê û hîndekariya exlaqê ji xwe ra bikin şîar derûniya me, malbata me, dewleta me, civaka me û dinyaya me wê bibe cinet. Em alîkariya êtîm û feqiran bikin û di heman demê da piştgiriyê wek niha bêtir zêde bikin."
Qaymeqamê Bazîdê Murat Ekîncî jî got ji avabûnê heta niha Hîva Sor a Tirkan di qada neteweyî û navneteweyî da her tim hewl dide ku êşa însanan kêm bike û bê berjewendî xizmetê bide.
Ekîncî diyar kir ku Hîva Sor a Tirk li welêt saziya alîkariyê ya herî xurt û kevnare ye û wiha dewam kir, "Heyva Sor a Tirk 155 sal e ji bo parastina rûmeta însan bi dildarî xebatan dike. Heta niha alîkarî daye bi sed hezaran merivan."
Ekîncî daxuyand ku piştî erdheja Kahramanmaraşê ya 6ê Sibatê li Bazîdê dewlet û milet mil da hev û xebatên pir baş ên alîkariyê kirin.
Serokê Şaxa Dogubayazitê yê Hîva Sor a Tirk Kemal Şahîn jî ew ji bo însana dixebitin, seba wan dîn, ziman, reng, fikr û ramana merivan ferq nake û ew li her qadê dixwazin ku alîkariya civakî û refahê zêde bikin.