Önder Beyter
13 Îlon 2020•Rojanekirin: 13 Îlon 2020
Li Alanyaya navçeya Antalyayê 120 biyaniyên hewil dan dereqanûnî derkevin dervayî welêt, hatin girtin.
Ekîbên Fermandariya Ewlekariya Qeraxan ku li peravên Alanyayê dewriye digerandin, tesbît kirin ku di belema bi navê "Yaman 2014" da komeke qerebalix heye.
Hat tesbîtkirin, di belema ku hat rawestandin da 120 penaber hene ku piraniya wan Sûriyeyî ne û dixwazin dereqanûnî derkevin dervayî welêt.
Ekîban penaber vegerandin û li Bêndera Alanyayê ji belemê peya kirin, ji bo ku bo Midûriyeta Rêveberiya Koçê ya Parêzgehê bên radestkirin, teslîmî ekîbên Midûriyeta Ewlekariya Navçeyê kirin.