İbrahim Atmaca
13 Îlon 2020•Rojanekirin: 15 Îlon 2020
Li Herêma Rojhilatê Anadoluyê germa hewayê wê di navbera 3 û 5 pileyî da zêde bibe.
Li gor daxuyaniya ku ji Midûriya Herêma 12em a Meteorolojiyê hat dayîn, li tevhiya herêmê hewa wê ewrsayî û sayî be, piştî wextan wê kêmewrayî bibe.
Li gor texmînê germa hewayê ya herêmê wê di navbera 3 û 5 pileyî da zêde bibe.
Bi şev germa hewayê ya herî kêm li Erdexanê 6, li Qersê 8, li Erzirom û Agiriyê 10, li Îdirê 15, li Erzincanê 16 û li Tunceliyê 18 pile hat pîvan.
Nava rojê germa hewayê ya herî zêde li Tunceliyê 37, li Îdir û Erzincanê 34, li Agiriyê 31, li Erzirom, Qers û Erdexanê 29 pile hat pîvan.